Dêhgolan; Mamosta Arman Sadiqî bi cezayê girtîgehê, qamçiyan û qedexekirina jixwekirina cil û bergên melayan hat mehkûmkirin

11:52 - 3 Gulan 2023

Mamoste “Arman Sadiqî”, pêşnimêjê Înê yê gundê “Hisênî” yê bajarê Dêhgolanê û rêveber û mamostayê Dar El _Ûlûma Mihemed Resûlullaha Dêhgolanê, ji aliyê dadgeha Taybet a Rûhaniyet a bajarê Hemedan ve, bi 7 meh û nîv girtîgeh, 74 qamçiyan û qedexiya ji xwekirina cil û bergên melayan hat mehkûmkirin.

Li gor çavkaniya haydar “Kurdpa”, dadgehê ev mamostayê Olî yê Kurd bi “propagandaya li dijî nizamê” û “xerabkirina hizra giştî” tohmetbar kiriye û biryara derheq wî de hewcehe birê ve here.

Ev hikuma di çend rojên borî de ji mamoste “Arman Sadighî” re hatiye ragihandin.

Roja Sêşemî 8’ê Sermawez a 1401’an, Mamosta “Arman Sadiqî”, pênimêjê gundê “Husênî” yê ser bi bajarê Dêhgolanê, li dadgeha Taybet a Rûhaniyeta bajarê Hemedanê hate toohmetbarkirin û bi barimteyê hatibû azadkirin.

Ev mamosteya Olî yê Kurd piştî piştgirî dana serhildana şoreşgerî ya “Jin, Jiyan, Azadî”, bo dadgeha Taybet a Rûhaniyet a Hemedanê hate gazîkirin.