Arman Mênberî piştî banghêjkirin bo dadgeha Şoreş a bajarê Sinê, hate binçavkirin

20:17 - 23 Gulan 2023

Roja Yekşemî 31ê Banemerê, Karatekarê xelkê bajarê Sinê “Arman Mênberî” piştî banghêjkirin bo dadgeha Şoreş a bajarê Sinê, hate binçavkirin

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ew welatiyê han piştî binçavkirinê bo ciheke nexuya hatiye veguhastin û ti zaniyariyek li derheq qedera wî li berdest nîne.

Roja Çarşemî 10ê Reşemeya 1401 a Rojî, “Arman Mênberî” bi danîna barimteyê bi awayê demkî ji girtîgeha îdareya Îtia`at a bajarê Sinê hatibû azadkirin.

Roja Sîşemî 11ê Rêbendana 1401 a Rojî, hêzên ewlehî bi bê nîşandana belgeya dadgehê, ew welatiyê Kurd li dema çûn bo ser kar, binçav kiribûn.

“Arman Mênberî” yê temen 27 salî, kurê “Qehreman” e

Heta niha ji sedema binçavkirin û tohmetên sepandî bi ser “Arman Mênberî” de ti zaniyariyeke serast li ber dest nîne.