Pîranşar; Girtiyê siyasî yê berê Bapîr Berze salek cezayê girtîgehê lê hat birîn

16:07 - 22 Gulan 2023

“Bapîr Berze” girtiyê siyasî yê berê û xelkê gundê “Çiyane” yê Pîranşarê, ji aliyê taya 102 a dadgeha duyem a cezayê ya vî bajarî, bi salek girtîgehê hat mehkûmkirin.

Taya 102 ya Dadgeha Cezayê Giran a Pîranşarê bi serokatiya dadwer “Reza Qehremanî Saetlû” ev welatiyê han bi “têkdana aramî û ewlehiya giştî bi beşdariya di nava aloziyan de li gorî armancên grûpên dijî hikûmetê yên li dijî ewlehiya netewî” tawanbar kir. ".

Dadgehê ev biryar di 12'ê Banemera 1402'an de da.

Roja Pêncşemî 6`ê Rêbendana sala 1401`an, Bapîr Berze li girtîgeha Nexedê bi danîna barimteyê bi awayê demkî heta bidawîhatina dozê hatibû azadkirin.

Ev welatiyê Kurd, roja Sêşemî 1`ê Sermaweza sala 1401`an a Rojî, bi bê nîşadana belgeya yasayî, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibûn binçavkirin û bo yek ji navendên ewlehiya Urmiyê hatibû veguhastin.

Ev girtiyê siyasî di dema binçavkirinê de ji mafê hebûna parêzer û hevdîtina bi malbata re bê par bûye.

Roja Çarşemî 7’ê Rezbera sala 1400’an, “Bapîr Berze” bi şert û merc ji girtîgeha Nexedê hatibû berdan.