Mamoste Madeh Keremî bi salek cezayê girtîgehê hat mehkûmkirin

15:58 - 22 Gulan 2023

Roja Yekşemî 31`ê Banemerê, mamosta “Madeh Keremî”, pêşnimêjê Înê ya gundê “Hoye” a bajarê Sinê, ji aliyê Dadgeha Taybet a Rûhaniyet ya bajarê Hemedanê ve, bi salek cezayê ragirtî û 2 salan girtîgehê hat mehkûmkirin.

Li gor çavkaniyeke agehdar, ev mamostayê Olî yê Kurd piştî bidawîhatina rûniştina dadgehê û derketina hukmê wî, bi danîna barimteyê hat berdan.

Di rojên derbasbûyî de mamosta “Madeh Keremî” ji bo ku serî li Dadgeha Taybet a Tûhaniyet ya Hemedanê bide.

Roja Duşemî 26`ê Befranbara 1401`an, mamosta “Madeh Keremî” bo Dadgeha bajarê Şûşe hatibû gazîkirin û karbidestên dadwerî ji vî mamotayê Olî yê Kurd re ragihandibûn ku dosyeya wî bi tohmeta “propaganda dijî nizamê û piştevanîkirina ji xwenîşandanan”, “têkdana raya giştî” bo Dadgeha Taybet Rûhaniyet a Hemedanê hatiye şandin.