Bidarvekirina du girtiyan li girtîgeha Kirmaşanê

15:53 - 22 Gulan 2023

Sibeha roja Çarşemî 27’ê Banemerê, du girtiyên bi navên “Seîd Necefî” û “Birzo Çiqazerdî” li girtîgeha Kirmaşanê hatin bidarvekirin.

“Seîd Necefî” yê 28 salî yê xelkê bajarê Sehne beriya niha bi 5 salan bi tohmeta “kuştina bizanebûn” hatibû girtin û ji aliyê dezgeha dadweriyê ve cezayê darvekirinê lê hatibû birîn.

Herwisa “ Birzo Çiqazerdî” yê 45 salî xelkê Mahideşta Kirmaşanê jî çend sal berê bi tohmeta “kuştina bi zanebûn” hatibû girtin û ji aliyê dezgeha dadweriyê ve cezayê darvekirinê lê hatibû birîn.

Birzo Çigazerdî zewicî ye û sê zarokên wî hene.

Heta niha nûçeya bidarvekirina van du girtiyan ji aliyê rayedarên fermî û medyayên hundirê Îranê ve nehatiye ragihandin.