Îlam; Binçavkirina çalakvanekî çandî yê Kurd ji aliyê hêzên ewlehiyê ve

10:05 - 22 Gulan 2023

Roja Yekşemî 31’ê Banemerê, “Hêja Omîdî” çalakvanê çandî yê xelkê Melikşahî ya parêzgeha Îlamê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar hat veguhastin.

Li gor çavkaniyeke agehdar, ev welatiyê 35 salî bê pêşkêşkirina belgeya yasayî, ji aliyê hêzên ewlehiyê yên bajarê Îlamê ve hatiye binçavkirin.

“Hêja Omîdî” derçûyê bawernameya masterê di warê zanistên siyasî de ye û sala borî di serhildana şoreşa Jin, Jiyan, Azadî de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye binçavkirin.

Heya dema belav kirina vê nûçeyê, ti zanyariyek derbarê sedema binçavkirin û tohmetbarkirina vî çalakvanê kulturî yê Kurd tune ye.