binçavkirina mamostayekî Olî yê Kurd li Banê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve

10:02 - 22 Gulan 2023

Roja Sêşemî 26`ê Banemerê, mamosta “Emîn Qeyserî”, pêşnimêjê Înê yê mizgevta gundê “Zervava Serê” yê bajarê Banê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin.

Li gor çavkaniyeke haydar ya Kurdpayê, ev mamostayê Olî yê Kurd tevî malbata xwe ji bajarê Banê bo gundê “Zervav a Serê” vedigeriyan û bêyî pêşkêşkirina belgeya yasayî, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin.

Vê çavkaniya haydar herwisa got: Ev mamostayê Olî yê Kurd ji bo lêpirsînê bo yek ji navendên ewlehiyê yên bajarê Sinê hatiye veguhastin.

Vê çavkaniyêaagehdar diyar kir: Hêzên ewlehiyê ji xwandekarên vî mamostayê Olî hanê sozname wergirtine ku ji bajarê Banê derkevin.

Vê çavkaniya haydar got: Rûniştvanên gundê “Zervava Serê” ji bo haydarbûna rewşa mamosta “Emîn” serî li navendên ewlehiyê yên Banê dane, lê ti bersiveke zelal ji wan re nehatiye dayîn.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê, derbarê sedema binçavkirin û tohmetên Mamosta Emîn de ti agahî nehatine bidestxistin.