Nexede; Celal Tepak bi danîna barimteyê hat berdan

18:01 - 21 Gulan 2023

Roja Şemî 30’ê Banemerê, Celal Tepak welatiyê Pîranşarê piştî danîna barimeta  Sê milyar û 500 milyon Tûmenî, bi awayekî demkî ji girtîgeha Nexedê hat berdan.

Li gor çavkaniyekê ku ji Kurdpa re ragehandiye, dadgehê pênc milyar tûmen bo serbestberdana demkî ya vî welatî diyar kiribû, lê piştî nerazîbûna wî, barimteya Sê milyar û Pêncsed milyon tûmenî bo serbestberdana wî hate guhertin.

Roja Înê 15’ê Banemerê ev welatiyê han bi sedema deng nefesî û nexweşiyên hundrî ji girtîgehê bo nexweşxaneya Nexedê hate veguhastin û roja Duşemî 18`ê Banemerê jî ji beşa çavdêriya taybet bo nexweşxaneya giştî hate veguhastin.

Hêzên ewlehiyê Tepak bi “hevkariya bi yek ji partiyên Kurdî yên opozisyona hikûmeta Îranê re” tohmetbar kirine.

Celal Tepak kedkarê şaredariya Pîranşarê, demjimêr 3ê sibeha roja 21`ê Xermanana sala 1401`an, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo lêpirsînê bo girtîgeha îtla`ata Urmiyê hatibû veguhastin.

Ev welatiyê han piştî du mehan ji binçavkirinê bi malbata xwe re têkilî daniye û bi wan re hevdîtin kiriye.

Di dema binçavkirina wî de li girtîgeha îtla`ata Urmiyê ji bo wergirtina îtirafên bi zorê rastî îşkenceyên giran hat.

Piştî lêpirsînê ev welatiyê Kurd ji bo girtîgeha Nexedê hatiye veguhastin û çendîn caran bi sedema îşkenceyên giran li girtîgeha îtla`ata Urmiyê, di nexweşxaneya Nexedê de hatiye razandin.

Celal Tepak ê 30 salî û kurê Mistefa ye.