Gazîkirina mamosta Madeh Keremî bo Dadgeha Taybet a Rûhaniyet a Hemedanê

10:39 - 18 Gulan 2023

Mamoste Madeh Keremî, pêşnimêjê Înê yê gundê “Hoyê” yê bajarê Sinê bo Dadgeha Taybet a Rûhaniyet a Hemedanê hat vexwendin.

Li gor gazînameya ku jê re hatiye, divê ev mamostayê Olî yê Kurd roja Yekşemê 31ê Banemerê li Dadgeha Taybet a Rûhaniyet a Hemedanê amade be.

Roja Duşemî 26`ê Befranbara 1401`an, mamosta Madeh Keremî bo dadgeha bajarê Şûşe hatibû gazîkirin û karbidestên dadwerî ji vî mamostayê Olî yê Kurd re ragihandibû ku dosyeya wî bi tohmeta “propaganda dijî nizamê û piştevanîkirina ji xwenîşandanan”, “têkdana hizra giştî û tevlîhevkirina ewlehiya giştî” bo Dadgeha Taybet a Rûhaniyet a Hemedanê hatiye şandin”.