Bê çarenivîsiya Ehsan Mihemedî li navenda çaksazî û perwerdehiyê ya Urmiyê

10:43 - 1 Gulan 2023

Zarokê 16 salî bi navê “Îhsan Mihemedî” kurê Îbrahîm û Meryem xelkê Emîrabad a Şinoyê li navenda çaksaziya bajarê Urmiyê de ye.

Li gor çavkaniya haydar ku ji Kurdpa re ragehandiye, ev zarok ji mafê hebûna parêzerê diyarkirî hatiye bê parkirin.

“Ehsan Mihemedî” di 21’ê Rezbera sala 1401’an de ji aliyê Îdareya Îtila’atê ve hatibû gazîkirin û piştire binçavkiribûn.

Piştî demekê ji bo lêpirsînê bo Urmiyê hatibû veguhastin û di dema lêpirsînê de rastî îşkenceyê hatiye.

Ji roja ku hatiye binçavkirin heta niha li navenda çaksaziya Urmiyê de girtî ye.

Heta niha ti agahî derbarê tohmetên li dijî Ehsan Mihemedî de nînin.