Sine; Mamoste Ebdulcebar Lotfî bo Dadgeha Taybet a Rûhaniyet a Hemedanê hat vexwendin

10:30 - 18 Gulan 2023

Mamoste “Ebdulcebar Lotfî”, pêşnmêjê Înê yê mizgefta Îrşad Cam`i ya Sinê, careke din bo Dadgeha Taybet a Rûhaniyet a bajarê Hemedanê hat vexwendin.

Li gor gazînameya ku jê re hatiye, divê ev mamotayê Kurd roja Çarşemî 3ê Cozerdanê Dadgeha Taybet a Rûhaniyet a Hemedanê amade bibe.

Di Sermawez a sala 1401`an de mamoste “Ebdulcebar Lotfî” ji bo piştgirîkirina serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan, Azadî, bo Dadgeha Taybet a Rûhaniyet a Hemedanê hatiy gazîkirin.