Li bajarê Selas Bawecanî ji ber gulebarana hêzên leşkerî yên dewletê kolberek birîndar bû

17:16 - 16 Gulan 2023

Roja Pêncşemî 21ê Banemerê, kolberekî Kurd ê bi navê “Xalid Sedeqat” yê xelkê bajarê Selas Bawecanî ji aliyê hêzên leşkerî yên hikûmetê ve hat birîndarkirin.

Hêzên Leşkerî yên dewletê bi bêy hişyariya berê rasterast gule li vê Kolberê ya li nêzî rêya sereke ya Êzgile-Şêxselê reşandin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, ev kolber ji aliyê hêzên leşkerî yên hikûmetê ve hatiye gulebarankirin ku ti barel pê nebûye.

Di vê bûyerê de Kolber ji aliyê lingê xwe ve bi giranî birîndar bûye û ji bo çareseriya pizîşkî bo nexweşxaneya Mida`in a Tehranê hatiye veguhastin.

Rewşa giştî ya vî kolberî giran  hatiye ragihandin û roja Sêşemî 26ê Banemerê dê neştergerî bob ê encamp dan.