Binçavkirina endamekî girûpa “Benar” a Avdanan ji aliyê hêzên ewlehiyê ve

17:10 - 16 Gulan 2023

Êvariya roja Yekşemî 24`ê Banemerê, “Mihemed Daniyalî” endamê girûpa hilbijaran a “Benar” a Avdananê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Dêhloranê ve hat binçavkirin.

Li gor çavkaniyeke agehdar ya Kurdapa, ev ciwanê temen 23 salî, bi bê nîşandana belgeya yasay ji aliyê hêzên ewlekarî ve hatiye binçavkirin û bo lêpirsînê bo navenda Îtilaata Îlamê hatiye veguhastin.

Vê çavkaniya agehdar got jî: “Daniyalî” ku xelkê Avdananê ye û ji bo kar çûbû Dêholaranê.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê, derbarê sedema binçavkirin û tohmetên li ser “Mihemed Daniyalî” de ti agahî nehatine bidestxistin.