Mehabad; Ji xwenîşanderekî re cezayê heps û sirgûnê hat birîn

17:09 - 16 Gulan 2023

“Sohrab Avîzken”, xwenîşanderê xelkê Mehabadê, ji aliyê dadgeha Şoreşa vî bajarî ve, bi Sê sal heps û sê sal sirgûnkirina bo bajarê Zencanê hat cezakirin.

Dadgehê ev welatî bi “komkirin û komploya têkbirina ewlehiya neteweyî” û “têkdana aramî û prensîpa giştî” tohmetbar kir.

Ev ceza di van rojên dawî de li girtîgeha Mehabadê ji bo “Avîzken” hatiye birîn.

“Sohrab Avîzken” di Sermaweza sala 1401’an de di dema serhildana şoreşgerî ya “Jin, Jiyan, Azadî” li Mehabadê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû girtin û ji bo lêpirsînê birbûn bo yek ji navendên ewlehiyê yên Urmiyê.

Ev welatiyê han piştî lêpirsînê bo girtîgeha Mehabadê hatibû veguhastin.