Siyawaş Heyatî ji bo cîbicîkirina cezayê han bo girtîgeha Dêzilava ya Kirmaşanê hat veguhastin

10:03 - 14 Gulan 2023

Roja Şemiyê 23’ê Banemerê, Berdevkê Meclisa Şêwra Çalakvanên Medenî ya Yarsan û Sekreterê Eniya Yekgirtû ya Kurd Siyavaş Heyatî ji bo taya yekem ê Îdareya Cezayan a Serdozgeriya Giştî ya Şoreşa Îslamava Xerb hat şandin û ji bo cîbicîkirina hukmê xwe û bo zîndana Dêzilava ya Kirmaşanê hat veguhastin.

Berdevkê Meclisa Şêwra Çalakvanên Medenî ya Yarsanê, roja Şemiyê 16’ê Banemerê bangewaziya ji bo pêkanîna cezayê girtîgehê wergirtibû.

Siyawaş Hetatî roja Înê 1’ê Rezber a sala 1401’an, li gundê “Virgeme” yê ser bi bajarê Dalahoyê ve ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin û piştî binçavkirinê, dest bi gireva birçîbûnê kiribû.

Roja Duşemî 4`ê Rezbera 1401`an, ji Îdareya Îtila`ata Kirmaşanê bo girtîgeha Dêzilabadê hat veguhastin û roja Şemiyê 16`ê Rezbera 1401`an, bi danîna barimteyê bi awayê demkî hatibû azadkirin.

Piştre Berdevkê Meclisa Şêwirmendiya Çalakvanên Medenî ya Yarsan û Sekreterê Eniya Yekgirtû ji aliyê taya 5’ê Dadgeha Şoreşê ya Kirmaşanê ya ser bi Îslamava Xerb ve bi tohmeta “propaganda li dijî hikûmetê bi rêya hevpeyvînên bi televîzyon û medyayên dijber” re hate girtin. Li gorî xala 500 a yasaya cezayên îslamî Îranê, bi salek girtîgeh hat cezakirin.

Dadgeheke din a li dijî Heyatî jî "tûjkirina welatiyan ji bo kuştinê û şer bi mebesta têkbirina ewlehiya welat" e, ku dadgehê ji ber nebûna delîlên ji bo razîkirina wijdanê û herwisa li ser esasê xwandina belgeyên di esilê yasaya bingehîn û madeya 4 a dozgeriya cezayê bi biraeta wî, tohmetên hilbijartî bûye.

Herwisa di 9`ê Xezelwera sala 1401`an de, Siyaweş Heyatî û hevalên wî, ku ji Kirmaşanê çûne ser Sehneyê, ji bo dîtina hejmarek ji girtiyên ku di 27`ê Sermaweza sala 1401`an de hatibûn azadkirin, dema ku vegeriyan bo Kirmaşanê, li rêya Bêstûnê bi bê nîaşndana belgeya yasayî bê lêdan û tundtîjiyê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.

Roja Sêşemî 13`ê Berfranbara 1401`an, Berdevkê Meclisa Şêwra Çalakvanên Medenî ya Yarsanê û Sekreterê Yekgirtû, piştî 33 rojan binçavkirinê, bi danîna barimteyê li girtîgeha Dêzilava a Kirmaşanê hatibû azadkirin û li Reşemya sal a1401`an bi tohmeta “Kombûn û tebanî li idjî ewlehiya navxwe” bo taya yek a dozgdriya Giştî û Şoşreşa bajarê Sehne hatibû gazîkirin.