Li sînorê Baneyê di encama gulebarana leşkerên dewletê de kolberek birîndar bû

11:45 - 13 Gulan 2023

Roja Pêncşemî 21`ê Banemer, kolberê bi navê “Akam Mihemedzade” temen 27 salî, xelkê Bokanê, li sînorê “Hengejel” yê ser bi bajarê Banê, ji aliyê hêzên leşkerî yên hikûmetê ve hat birîndarkirin.

Hêzên leşkerî yên hikûmetê bi bê haydariya berê gule li wî kolber reşandine û ev kolberê birîndar ji bo tedaviyên pîzişkî bo navendên tenduristiyê hatiye veguhastin.

Di vê derbarê de, roja Çarşemî 20’ê Banemerê, kolberek din yê bi navê “Zekeriya Ebdî” xelkê bajarê Selas Bawecanî bi sedema ketina ji bilindahiyê li sînorê Newsûdê birîndar bibû.