Serdeşt; Welatiyek ji ber gulebarana hêzên leşkerî yên dewletê birîndar bû

11:38 - 13 Gulan 2023

Roja Çarşemî berwarê 20’ê Banemerê, welatiyê Kurd yê bi navê “Mihemed Ezîzî” li derdora gundê “Dolebî” yê girêdayê Serdeştê di encama gulebarana hêzên leşkerî yên hikûmetê de birîndar bû.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên leşkerî yên hikûmetê pêşî bi tundî li vî welatî xistine û piştre jî dest bi teqekirina ber bi wî ve kirine.

Vê çavkaniya haydar herwisa got: Ev welatiyê Kurd li derdora gundê “Dolebî” mejûlî çirandina pez bûye û hêzên leşkerî yên hikûmetê dest danîn ser pezên wî jî.

Vê çavkaniya haydar diyar kir: Mihemed Ezîzî bi du gulleyan ji milê xwe bi tundî birîndar bûye û ji bo çareseriya pizîşkî bo nexweşxaneya bajarê Urmiyê hatiye veguhestin.

Mihemed Ezîzî xelkê gundê Dermanawî yê ser bi Serdeştê ye.