Li bajarê Dîwandereyê 2 welatiyên Kurd ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin girtin

10:53 - 13 Gulan 2023

Roja Yekşemî 17`ê Banemerê, du welatiyên Kurd yên bi navên “Peyman Ehmediyan” û “Menûçêhr Rizayî” xelkê bajarê Dîwandereyê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin girtin û bo cihekî nediyar hatin veguhastin.

Li gor çavkaniyeke agehdar, ev du welatî bi bê nîşandana belgeya yasay û bi tundiyê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine girtin.

Vê çavkaniya haydar herwisa got: Li derheq çarenivîsa van her du welatiyan piştî binçavkirinê tu agahî li ber dest nînin û heta niha ji mafê hebûna parêzer û hevdîtin bi malbatê re bê par in.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek derbarê sedema binçavkirin û tometbarkirina van du welatiyên Kurd de tine.

Wêne ji rastê ber bi çepê: Menûçêhr Rezayî û Peyman Ehmediyan