Nexede; Fireydûn Nebî bi danîna barimteya 3 milyar Tûmenî hat berdan

11:13 - 10 Gulan 2023

Roja Sêşemî 19’ê Banemerê, ciwanê Kurd ê bi navê “Fireydûn Nebî” xelkê Pîranşarê piştî danîna barimteya 3 milyar Tûmenî ji girtîgeha Nexedê bi awayekî demkî hat azadkirin.

“Fireydûn Nebî” li şûna birayê xwe “Ferdîn Nebî” ji aliyê hêzên ewlehiyê ve wek dîl hatiye binçavkirin.

Roja Şemî 6`ê Xezelwera 1401`an, hêzên ewlehiyê bi bê nîşandana belgeya yasayî, avêtin ser mala “Ferdîn Nebî” kirin û piştî ku nekarîn wî binçav bikin, birayê wî yê biçûk “Fireydûn Nebî” binçavkirin.

Roja Pêncşemî 27’ê Rêbendana sala 1401’an, “Osman Nebî” bavê malbatê û “Meryem Nebî” hevjîna “Ferdîn Nebî” bo Îtila’ata Pîranşarê hatin gazîkirin û 3 demjimêran ji wan lêpirsîn kirin.

Pêştir jî hêzên ewlehiyê dest danîne ser mobaylên hemû endamên malbatê ji wan bav, dayîk û xwîşka van her du birayan û hevjîn û zarokê “Ferdîn Nebî”.

“Fireydûn Nebî” piştî 48 rojan ji lêpirsînê ji girtîgeha îtla`ata Urmiyê bo girtîgeha Nexedê hat veguhastin.