Dayîka Êdrîs Feqîhî di dema çalakiya rûniştinê ya li ber deriyê Îdareya Îtla`ata Urmiyê hat binçavkirin

11:09 - 10 Gulan 2023

Roja Sêşemî 19’ê Banemerê, “Fatima Meqsûdî”, dayîka “Êdrîs Feqîhî”, endamê yek ji partiyên Kurd ên opozisyona rejîma Îranê, piştî çalakiya rûniştinê ya çend rojan li ber avahiya îdareya Îtla`ata Pasdaran a Urmiyê de hat binçavkirin.

Li gor çavkaniyeke “Kurdpa”yê, heftiya derbasbûyî “Fatme Meqsûdî” li bajarê Sinê çûye Urmiyê û çûye dadgehê, Stada Xeberî ya Îdareya Îtila`atê û Saziya Îtla`ata Spahê li  Urmiyê û daxwaza zanîna çarenivîsa kurê xwe kiriye, lê van navendan bersiveke zelal nedan wê.

Vê çavkaniya haydar diyar kir: “Meqsûdî” bi destûra dozgerê Urmiyê û sikala Saziya îtla`ata Urmiyê hat binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin.

Ev dayîka 67 salî tûşî nexweşiya dil bûye û negihîştina dermanên wê bûye sedema dilgiraniya malbat û kesûkarên wê.

  “Êdrîs Feqîhî” li gundê “Êlim Abad” a Bokanê di encama şerekî çekdarî ligel hêzên Pasdaran de birîndar bibû û piştre hatibû binçavkirin, lê heta niha ti zanyariyên rast derbarê çarenivîsa wî de nînin.

Malbata “Feqîhî” çendîn caran ji bo agahdarbûna ji çarenivîsa kurê xwe serdana girtîgeha El-Mehdî ya Urmiyê kirine, lê berpirsên vê girtîgehê heqaret û bêhurmetî li malbata wî kirine û bi nîşandana wêneyên çend kesên kuştî ragihandine ku ev zarokê te we.

“Êdrîs Feqîhî” sala 1365’an li bajarê Sinê jidayîk bûye, û di sala 1395’an de bûye endamê yek ji partiyên Kurd ên opozisyona hikûmeta Îranê, û di 2’ê Tîrmeha 1400’an de li gundê “Êlim Abad”ê di şereke çakdarî digel Spaha Pasdaran bi brîndarî hatibû binçavkirin û piştî derbasbûna 40 rojan, malbata wî agahdar bûn ku ev di girtîgeha El_mehdî ya Urmiyê de ye.