Urmiye; Berdewamiya binçavkirin û bê çarenivîsiya Ferzad Mehmûdpûr

10:42 - 1 Gulan 2023

Ferzad Mehmûdpûr, welatiyê xelkê Şinoyê, tevî derbasbûna zêdetir ji 7 mehan li ser binçavkirina wî de, hîn di girtîgeha Urmiyê de ye.

Çavkaniyekî haydar derbarê rewşa vî welatiyê Kurd bi Kurdpayê re ragihand: Civîna dadgehîkirina “Mehmûdpûr” heya niha nehatiye lidarxistin û di rewşeke nediyar de ye.

Vê çavkaniya haydar her wiha got: Ev welatiyê han di dema lêpirsînê de ji bo wergirtina îtirafên bi zorê rastî zext û eşkenceyan li girtîgehê de hatiye.

Ev welatiyê han di meha Rezbera sala 1401`an de ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û piştî bidawîhatina lêpirsînê, ji girtîgeha ewlehiyê bo girtîgeha Urmiyê hatibû veguhastin.

“Ferzad Mehmûdpûr”, 22 salî, kurê Elî  û xelkê Emîrabafa Şinoyê ye.