Sine; Binçavkirina mamosteyekî malnişînkirî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve

10:29 - 10 Gulan 2023

Roja Sêşemî 19’ê Banemerê, mamostayê malnişînkirî yê dibistana destpêkî yê bi navê, ”Fatih Osmanî”, di dema xwenîşandana mamostayan a Sinê de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin.

Ev mamostayê malnişînkirî piştî binçavkirinê bo cihekî nediyar hatiye veguhastin û derbarê navenda binçavkirî û çarenivîsa wî de ti agahî nînin.

Herwisa roja Sêşemî 19`ê Banemerê, “Ferzad Sefî Xanpûr” sekreterê civaknasiyê û yek ji çalakvanên sendîkaya mamostayên Sinê, di xwenîşandaneke nerazîbûnê de ji aliyê polîsên ewlehiyê ve hat binçavkirin.

Roja Sêşemî 19’ê Banemerê hêzên serkutker rê nedan mamostayan ku li şeqama “Êkbatan” a bajarê Sinê çalakiya protestoyî li dar bixin û li şeqama “Taliqanî” êrîşî mamostayên xwenîşander kirin û li wan xistin.

Mamostayên berxwedêr li şeqamê kombûn li dar xistin û dirûşmên "Jin, jiyan, Azadî" û "Mamosteyê girtî serbest bê berdan" dan.

Li gor banga Encûmena Hevahengiya Rêxistinên Sendîkaya Mamostayên Îranê, roja Sêşemî 19’ê Banemerê, mamosta li hember nehesibandina daxwazên xwe li ber dezgehên perwerdehiyê kom bûn.