Nexede; Celal Tepak bo nexweşxaneya li derveyî girtîgehê hat veguhastin

12:15 - 9 Gulan 2023

Roja Înê 15’ê Banemerê, “Celal Tepak” welatiyê girtî yê Pîranşarê, bi sedema nexweşiyê ji girtîgeha Nexedê bo nexweşxaneya vî bajarî hat veguhastin.

Li gor çavkaniya ku ji “Kurdpa” re ragehandiye, ev welatiyê han bi sedema bêhn tengî û nexweşiya hundrî ji girtîgehê bo nexweşxaneya Nexedê hatiye veguhastin û roja Duşemî 18ê Banemerê jî ji beşa nexweşiyên giran bo nexweşxaneya giştî hatiye veguhastin.

Vê çavkaniya haydar herwisa got: Dadgehê ji bo serbestberdana demkî ya vî welatiyê 5 milyar Tûmen barimte diyar kiriye.

Hêzên ewlehiyê “Tepak” bi “hevkarîkirina bi yek ji partiyên Kurdî yên opozisyona hikûmeta Îranê re” tohmetbar kiriye.

“Celal Tepak” kedkarê şaredariya Pîranşarêye, demjimêr 3ê sibeha roja 21`ê Xermana 1401`an, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin û bo lêpirsînê bo girtîgeha îtla`ata Urmiyê hatibû veguhastin.

Ev welatiyê han piştî derbasbûna du mehan ji binçavkirinê bi malbata xwe re têkilî daniye û bi wan re hevdîtin kiriye.

Di dema binçavkirina wî de li girtîgeha îtla`ata Urmiyê ji bo wergirtina îtirafên bi zorê rastî îşkenceyên giran hatiye.

Piştî lêpirsînê ev welatiyê Kurd bo girtîgeha Nexedê veguhastin e û heta niha çendîn caran bi sedema îşkenceyên giran li girtîgeha îtla`ata Urmiyê, bo nexweşxaneya Nexedê hatiye razandin.

Celal Tepak ê 30 salî kurê Mistefa ye.