Sine; Çalakvanê medenî Êbad Hebîbî bi salek cezayê girtîgehê hat mehkûmkirin

12:11 - 9 Gulan 2023

“Êbad Hebîbî”, çalakvanê medenî yê xelkê Sin; ji aliyê taya yekem a dadgeha Şoreşê ya vî bajarî bi serpereştiya dadwer “Se`îdî” bi yek sal girtîgeh ragirtî bo heyama sê salan hat cezakirin.

Ev cezayê han di rojên derbasbûyî de ji bo vî çalakvanê medenî hatiye ragihandin û dadgehê ew bi “propagandakirina dijî rejîmê” tometbar kiriye.

Civîna dadgehîkirina vî çalakvanê medenî yê Kurd, roja 27`ê Xakelêweyê, li taya yekem a dadgeha Şoreşa Sinê birêve çû. Bi hinceta amadekirina merasima Newroza sala 1401`an li “Hesen Ava yê Sinê û bikaranîna axabaniyê di merasîmê de, bo taya yekem a dadgeha Şoreşê ya Sinê hate gazîkirin.