Pîranşar; Binçavkirina welatiyekî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve

12:10 - 9 Gulan 2023

Êvariya roja Yekşemî 17’ê Banemerê welatiyekî Kurd ê bi navê “Mûsa Îsmaîlî” û xelkê Peswê yê ser bi Pîranşarê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat girtin û bo cihekî nediyar veguhastin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, ev welatiyê han bi bê nîşandana belgeya yasayî, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye girtin.

Vê çavkaniya haydar herwisa got: Hêzên ewlehiyê otombîla “Îsmaîlî” jî dest bi ser de girtine û bi xwe re birin e.

“Mûsa Îsmaîlî” zewicî ye û du zarokên wî hene.

Heya dema belav bûna vê nûçeyê, ti agahiyek derbarê sedema binçavkirin û tometbar kirina vî welatiyê Kurd tune ye.