Sine; Keyvan Zandkerîmî dîsa hat girtin

10:53 - 8 Gulan 2023

Roja Yekşemî 17’ê banemerê welatiyê Sinê yê bi navê “Keyvan Zendkerî” piştî 5 rojan ji serbestberdana demkî careke din ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat girtin.

Li gor çavkaniyeke agehdar, derbarê sedema destbiserkirin û çarenivîsa vî welatiyê piştî cara duyem din destbiserkirina wî, ti agahî nînin.

Roja Sêşemî 12`ê Banemerê, “Zendkerîmî” piştî 125 rojan binçavkirina demkî, bi danîna barimteya biqasî 3 milyar Tûmenî heta dawîhatina dozê, ji girtîgeha Sinê hat azadkirin.

Ev welatiyê 29 salî di dema binçavkirinê de ji mafê hebûna parêzer bê par bû.

“Keyvan Zendkerîmî” li 7’ê Befranbara 1401’an, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve li cihê karê xwe hatibû destbiserkirin û piştî du mehan lêpirsînê, ji yek ji navendên ewlehiyê yên bajarê Sinê bo girtîgeha vî bajarî hatibû veguhastin.

Heta niha ti zanyariyên berfereh derbarê tohmetên vî welatiyê Kurd de bi dest neketin.