Girtîgeha Mehabadê; Girtiyê olî Îrac Sofî Mihemed dest bi greva birçîbûnê kir

10:28 - 8 Gulan 2023

Girtiyê olî “Îrec Sofî Mihemed” ji bo nîşandan nerazîbûnê li derheq rewşa xwe li girtîgeha Mehabadê de dest havêt bi gireva birçîbûnê.

Çavkaniyeke haydar di hevpeyvînekê de ligel “Kurdpa”yê, bi piştrastkirina vê nûçeyê ragihand: Ev girtiyê olî di girtîgeha vekirî de ye û roja Înê 15`ê Banemerê bi destûra dozgerê giştî yê Mehabadê bo girtîgehê hatiye veguhestin û bo nîşandana nerazîbûn li hember rewşa wî ya xerab dest havêt bi greva birçîbûnê.

Roja Şemî 9’ê Gelawêja 1400’an, Îrac Sûfî Mihemed li hember razîbûna bi daxwaza veguhestina wî bo girtîgeha Mehabadê dest bi gireva birçîbûnê kir û piştî gireva birçîbûnê, bo yek ji odeyên takekesî yên girtîgeha Urmiyê hat veguhastibûn.

Roja sêşemî berwara 26’ê Gelawêja 1400’an, ev girtiyê olî bi soz danên berpirsên girtîgehê bo girtîgeha Mehabadê dawî li grevê anîbû û piştre jî bo girtîgeha Mehabadê hatibû veguhestin.

Ev welatiyê Mehabadê di meha Banemera 1399`an de ji aliyê taya duyem ya dadgeha Şoreş a Urmiyê bi serokatiya dadwer “Şêxlû” bi tohmeta “çalakî li dijî ewlehiya neteweyî bi riya endametiya di girûpên selefî” de bi 15 sal girtîgehêa tei`zîrî hatibû cezakirin û piûtire ev ceza pêka terhên kêmirina cezayên girtîghê yên te`izîrî bo 10 salan kêmkirine.

“Îrec Sufî Mihemed” di sala 1398’an de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat girtin û piştî lêpirsînê bo girtîgeha Urmiyê hatibû veguhastin.

Pêştir jî di sala 1396’an de, ev welatiyê han bi tohmeta “endamtiya di grûpa Ensar El_Îslam”ê, ji aliyê taya yekem a dadgeha Şoreş a bajarê Urmiyê, bi 18 meh girtîgeh hatibû cezakirin.