Serpêhatiya kuştina hikûmetî ya Zekeriya Xeyal, yek ji qurbaniyên serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan, Azadî

10:44 - 7 Gulan 2023

“Zekeriya Xeyal” zarokê Pîranşarê di 29’ê Xermanana sala 1401’an de ji ber gulebarana hêzên serkutkar du guleyên li pişt, sing û destê wî ketibû, jiyana xwe ji dest da.

Hêzên serkutker ev zarok bi çeka Kilaşnîkov kiribûn armanc û di cih de jiyana xwe ji dest dabû.

Kurdpa di gotûbêjkirina bi yek ji xizmên “Zekeriya” re behsa çawaniya kuştina wî ji aliyê hikûmetê ve dike.

 “Zekeriya Xeyal” çawa ji aliyê hikûmetê ve hat kuştin;

Li gor vê çavkaniya agehdar a “Kurdpa”yê “Zekeriya Xeyal” demjimêr 21:30 êvariya roja 29`ê Xermanana sala 1401`an li kêleka dibistana şev û roj ya keçan li şeqama 32 metrî ya Pîranşarê bi sedema gulebarana hêzên serkutker bi çeka Kilaşnîkov du gule li pişt, sing û destê wî ketibûn, jiyana xwe ji dest da.

Vê çavkaniya haydar herwisa got: Xwenîşanderan li şeqama 32 metrî ji aliyê xala pişkinînê ya leşkerî ku girêdayî Spaha Pasdaran e, hatin gulebarankirin û xwenîşanderan bi awayekî aram mesa xwe berdewam kirin.

Vê çavkaniya agehdar diyar kir: Demjimêr 22:30 agahî dabûn bi bavê “Zekeriya Xeyal” ku kurê wî di xwenîşandanan de jiyana xwe ji dest daye û termê wî ji aliyê xelkê ve bo nexweşxaneyê hatiye veguhastin.

Givaşên li ser malbata “Zekeriya Xeyal” û bi barimte girtina cenazeyê wî;

Vê çavkaniya haydar bi Kurdpa re ragihand: Termê “Zekeriya” ji aliyê hêzên serkutker ve hatibû revandin û bavê wî jî ji aliyê hêzên îtla`ata Pîranşarê ve hatibû girtin. Hêzên serkutker gef ji bavê “Zekeriya”  xwaribûn ku dibe kuştina kurê xwe bi destê partiyên Kurdî yên opozisyona hikûmeta Îranê ve rabigihîne, lê wî ev daxwaza hêzên serkutker red kiribû û gotibû, berpirsên hikûmetê sebebkarê kuştina kurê min in.

Vê çavkaniya haydar got: Termê “Zekeriya Xeyal” roja 31`ê Xermanana sala 1401`an di bin tedbîrên tund ên ewlehiyê de hatibû veşartin.

Vê çavkaniya haydar got: Hêzên serkutker rê nedan malbata wî merasima çileya “Zekeriya Xeyal” lidar bixin û bavê “Zekeriya” jî di merasîmê de bi sedema gullebarana hêzên serkutker birîndar bibû.

Vê çavkaniya agehdar got: Malbata “Zekeriya Xeyal” li dadgehê sikala li dijî hêzên serkutker tomar kiriye, lê heya niha ti bersivek ji wan re nehatiye dayîn.

“Zekeriya Xeyal”;

“Zekeriya Xeyal” kurê Osman (Soliman) Xeyal û Amîna Ebdullahnejad Eqdam e, di 13ê Sermaweza 1984`an de li Pîranşarê ji dayîk bibû.