Merîwan; Arvîn Nîkpey li girtîgeha îtla`atê de dest avêt bi xwe kujiyê

10:10 - 7 Gulan 2023

“Arvîn Nîkpey” welatiyê gundê “Nêy” yê Merîwanê li girtîgeha Îdareya Îtila`ata vî bajarî de xwe kuşt.

Li gor çavkaniyeke agehdar, roja Şemiyê 16’ê Banemerê ev ciwanê Kurd piştî hewla xwekujiyê ji Îdareya Îtila`atê bi Ambûlansê bo nexweşxaneya Fecr a Merîwanê hat veguhastin.

Vê çavkaniya haydar herwisa got: Rewşa tendrustiya “Arvîn Nîkpey” giran e û di bin tedbîrên tund ên ewlehiyê de li nexweşxanê de ye.

Vê çavkaniyê diyar kir: Dayîka “Arvîn” piştî ku hay ji xwekuştina kurê xwe bû, bi sedema xirabbûna rewşa wê bo nexweşxaneyê hat veguhestin.

Biryara binçavkirina demkî ya vî ciwanê Kurd roja Yekşemî 27`ê Xakelêweyê hatibû dem dirêjkirin.

Heya niha, “Nîkpey” ji mafê hebûna parêzerê diyarkirî bê par bûye û di girtîgeha îtla`ata Merîwanê de ji bo îtirafên bi zorê werbigirin rastî givaşan hatiye.

Roja Yekşemî 21’ê Reşemeya 1401’an, ev welatiyê han ji girtîgeha Îtila`ata Merîwanê bo girtîgeha vî bajarî hatibû veguhastin û piştî rojekê dubare bo girtîgeha Îdareya Îtila`atê hateibû veguhastin.

Roja Sêşemî 11`ê Rêbendana 1401`an, “Arvîn Nîkpey” yê temen 20 salî û kurê Hesen, bêyî nîşandana belgeya yasayî ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Merîwanê ve hatibû giritin û bo lêpirsînê bo girtîgeha Îdareya Îtila`ata vî bajarî veguhastibûn.

Piştî girtina vî ciwanî, hêzên ewlehiyê êvariya roja Şemiyê 11`ê Rêbendan a sala 1401`an, avêtin ser mala mala wî li gundê “Nêy” û dest danîn ser laptop û telefona wî û bi xwe re birin.

Heta niha derbarê sedema binçavkirinê û tohmetên “Arvîn Nîkpey” de agahiyên berfireh nehatine bidestxistin.