Bane: Berdewamiya binçavkirin û nexuyabûna çarenivîsa du welatiyên Kurd

10:04 - 7 Gulan 2023

Derbarê çarenivîsa du welatiyên Kurd yên bi navên “Ehmed Xulamî” û “Resûl Obeydî” xelkê gundê “Sîveç” a bajarê Banê piştî ku ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine girtin, ti agahî nehatine bidestxistin.

Li gor çavkaniya agehdar ji “Kurdpa” re, heya niha jî ev her du welatî ji mafê hebûna parêzerê diyarîkirî û hevdîtina bi malbatên xwe re bêpar in û tevî şopandina malbatên wan du welatiyan jî, ti zanyariyek derbarê çarenivîsa wan de li ber dest nîne.

Roja Duşemî 12ê Banemera îsal, hêzên ewlehiyê zeviyê çandiniyê yê mamostayê zimanê Kurdî “Ehmed Gulamî” dorpêç kirin û bê belgeya yasayî ew girtin.

Herwisa hêzên ewlehiyê avêtine ser mala “Gulamî” û dest danîne ser otombîl, motorsîklet û hinek kelûpelên wî yên şexsî.

“Ehmed Xulamî” zewicî ye û du zarokên wî hene.

Hevdem bi girtina vî mamostayê zimanê Kurdî, hêzên ewlehiyê bêyî hebûna belgeya yasayî, avêtin ser mala “Resûl Obeydî” xelkê gundê “Sç” a ser bi Banê û piştî lêgerîna mala wî û desteserkirina çend kelûpelên wî yên şexsî, desteser kirin.

Berê jî ev welatiyê hanê ji ber teqîna mayinê lingekî xwe ji dest da. Resûl Obeydî zewicî ye û du zarokên wî hene.

Piştî destbiserkirina van her du hemwelatiyan, roja sêşemî 12’ê Gulanê, 5 welatiyên gundê “Sîveç” bi navên “Osman Mehmûdî, Ferhad Rehmanpûr, Selam Ebdullahî, Zahir Îsmaîlî û Ceifer Ebdullah Penahî” bo Îdareya Îtila`atê hatin gazîkirin û piştî çend demjmêran lêpirsînê hatin berdan.

Heya niha ti zanyariyên berfireh derbarê sedema girtin û tohmetbarkirina “Ehmed Gulamî û Resûl Obeydî” bi dest neketin.

Wêne: Ji rastê ber bi çepê: Ehmed Xulamî û Resûl Obeydî