Bokan; Welatiyekî Kurd cezayê girtîgehê bi ser de hat sepadin

10:41 - 1 Gulan 2023

Welatiyê Bokanê “Mesûd Darsenc” ji aliyê taya 101 a Dadgeha Cezayê ya 2 a vî bajarî ve, bi 33 meh cezayê girtîgehê hat mehkûmkirin.

Dadgehê ev welatiyê han bi “endambûna di yek ji partiyên Kurd ên opozisyona hikûmeta Îranê de, beşdariya di xwenîşandanan de û şandina vîdeo û nûçeyan bo medyayên dijberên hikûmeta Îranê, nivîsandina drûşiman û belavkirina traktan” tometbar kiriye.

Ev hukima di destpêka Banemerê de bi fermî ji “Darsenc” re hatiye ragihandin.

Roja Yekşemî 25`ê Befranbara 1401`an, “Mesûd Darsenc” bêyî belgeya yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û bo lêpirsînê bo yek ji îdareyên ewlehiyê yên Urmiyê hatibû veguhastin.

Ev welatiyê Kurd piştî bidawîhatina proseya lêpirsînê û mehek binçavkirina demkî bi danîna barimteya bi qasî 350 milyon Tûmenî, bi awayekî demkî azad bû.