Mihabad: Du mamostayên Olî yên Kurd ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatin binçavkirin

10:09 - 5 Nîsan 2023

Şeva Duşemî 14`ê Xakelêweyê, du mamostayên Olî yên Kurd yên bi navên “Mela Faroq Ehmedî û Mela Ebdulqadir Qadirî” ji aliyê hêzên ewlehî ve li Mihabadê hatin binçavkirin.

Pêka gotina çavkaniyeke haydar, hêzên ewlehiyê bi bê nîşandan belgeya yasayî ev her du mamostayên Olî li ber deriyê mizgefta “Dara_El Îslam” ya li taxa Mukriyana ser bi Mihabadê binçavkirin ne.

Vê çavkaniya haydar zêde jî kiriye ku: Ew her du mamostayên Olî piştî binçavkirinê ji aliyê hêzên ewlehî ve bo cihek nexuya veguhastine.

Ev her du mamostayên Olî xelkê bajarê Rebet a ser bi Serdeştê ne.

Heta belavbûna vê nûçeyê, li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên ku li dijî wan her du mamostayên Olî yên Kurd hatine sepandin ti zanyariyeke serast ber dest nine.