Mamoste Husên Elîmuradî bo dadgehê hat gazîkirin

11:35 - 4 Nîsan 2023

“Mamoste Husên Elîmuradî” pêşnimêjê Înê yê mizgevta “Îbrahîm Xelîlulah”a Sinê û Berpirsê xwandingeha Olî û Hafizê Qur`ana “Îbrahîm Xelîlulah”, bo cara duyem bo Dadgeha Taybet a Rohaniyeta Hemedanê hat gazîkirin.

Ew mamosteyê Olî yê Kurd bona dawîn berevanîkirin ji xwe, roja Sêşemî 15`ê Xakelêweyê dê serdana Dadgeha Taybet a Rohaniyeta Hemedanê bike.

“Mamoste Husên Elîmuradî” li Reşemeya sala 1401`an jî, bo Dadgeha Taybet a Rohaniyeta Hemedanê hatibû gazîkirin.