Fexredîn Îbrahîmî kurê girtiyê siyasî yê bidarvekirî Mihyedîn Îbrahîmî hat binçavkirin

10:54 - 4 Nîsan 2023

Roja Duşemî 14’ê Xakelêweyê, “Fexredîn Îbrahîmî” kurê girtiyê siyasî yê bidarvekirî yê bi navê “Mihyedîn Îbrahîmî” piştî ku serdana taya 9’ê ya dozgeriya Giştî û Şoreşa Urmiyê kiribû, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin.

Li gor çavkaniyeke agehdar, ev welatiyê han ji bo lêpirsînê bo yek ji girtîgehên ewlehiya Urmiyê hatiye veguhestin.

Roja 7`ê Xakelêweyê, “Îbrahîmî” bi tohmeta “şikandina deriyê nobedariya dadgeha pêdaçûnê” haydarnameya gazîkirinê bo taya 9ê ya lêkolîna Dozgeriya Giştî û Şoreşa bajarê Urmiyê wergirtibû.

“Fexredîn Îbrahîmî” roja Pêncşemî berwarê 25’ê Reşemya sala 1401’an, rojek beriya bidarvekirina bavê xwe, di girtîgeha Navendî ya Urmiyê de ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û roja Înê berwar 26’ê Reşemeya sala 1401’an, piştî danîna barimteyê hat berdan.

Roja Înê berwar 26’ê Reşemeya sala 1401’an, “Mihyeddîn Îbrahîmî” girtiyê siyasî yê Kurd xelkê Şinoyê, li girtîgeha Navendî ya Urmiyê de hate bidarvekirin, Komara Îslamî red kir ku termê wî radestî malbata wî bike û “Mihyeddîn Îbrahîmî” li cihekî nediyar spartin axê.

Bi belavkirina belgeya mirina “Mihyedîn Îbrahîmî”, Navenda Tomarkirina Belgeya Mirinê ya bajarê Neqedê, sedema mirina wî “Cezayê Yasayî” ragihand.