Stranbêjekî Kurd bo îdareya îtla`ata Sinê hat gazîkirin

10:15 - 3 Nîsan 2023

Roja Şemî 12`ê Xakelêweyê, stranbêjê Kurd yê bi navê “Yasir Behramî” bo îdareya îtla`ata bajarê Sinê hat gazîkirin û lêkolîn jê kirin.

Pêka gotina çavkaniya haydar a “Kurdpa”yê, hêzên ewlehî li wî stranbêjê Kurd sozname wergirtine ku nabe virşûnda bistire û heta nabe di merasima roja 13`ê Xakelêweyê ya gundê Mîravaya ser bi bajarê Sinê de beşdar bibe û bistire.

Vê çavkaniya haydar zêde jî kiriye ku: “Behramî” ji rêya telefonê ve bo îdareya îtla`ata Sinê hatiye gazîkirin.

Ew stranbêjê Kurd piştî bidawîbûna lêkolînê û wergirtina soznameyê hatiye azadkirin.