Du welatiyên Kurd ji bo taya 101 a Dadgeha Cezayê Giran a Du Baneyê hatin gazîkirin

10:13 - 30 Nîsan 2023

Du welatiyên Kurd bi navên “Ribwar Talibî” kurê Kemal û “Mihemed Şerîfpûr Bayndere” kurê Mihemed Emîn û xelkê Baneyê bo taya 101 a Dadgeha Cezayên Giran a du a vî bajarî hatin gazîkirin.

Ev her du welatî divê roja 20’ê Banemera îsal li taya 101 a Dadgeha Cezayên Giran a Du Banê amade bibin û li hember tohmetên weke “Pripaganda li dijî hikûmetê bo berjewendiya yek ji partiyên Kurd ên opozisyona hikûmeta Îranê” berevaniyê li xwe bikin.

Ev her du welatî di Rezbera sala 1401`an de, bi danîna barimteya bi qasî 300 milyon Tûmenî, heya dawiya pêvajoya dadgehê, bi awayeke demkî ji girtîgeha Banê hatibûn azadkirin.

Ev du welatiyên Kurd li 30’ê Pûşpera 1401’a Rojî li çar rêyana “Salh Abad”a bajarê Banê, bêyî nîşandan belgeya yasayî ji aliyê îtla`ata Spah Pasdaran ve hatibûn binçavkirin û bo lêpirsînê bo girtîgeha vê rêkxirawê li bajarê Sinê hatibûn veguhastin.

Ev her du welatî piştî lêpirsînê bo girtîgeha Banê hatibûn veguhastin.

Wêne: Mihemed Şerîfpûr Beyandere û Ribwar Talibî