Çar çalakvanên kedkarî bo taya 101.a Dadgeha Cezayê Giran a Du ya Baneyê hatin gazîkirin

10:00 - 30 Nîsan 2023

“Pervîn Ebdullahpûr, Seîd Mihemedî, Omer Silêmanî û Fatih Mecîdî” ji çalakvanên kedkariyê yên Baneyê, bo taya 101 a Dadgeha Cezayê Giran a du a vî bajarî hatin vexwendin.

Ev çar çalakvanên kedkarî divê roja 20’ê Banemera îsal li taya 101 a dadgeha Cezayê Giran a du ya Banê amade bibin û li hember tohmetên weke “endametî di yek ji partiyên Kurdî yên opozisyona rejîma Îranê de û propaganda li dijî rejîmê” berevaniyê li xwe bikin.

Roja Şemî 28’ê Cozerdana sala 1401’an, ev çar xebatkarên kedkariyê bi barimteya bi qasî 300 milyon Tûmenî her yek ji girtîgehên Banê û Sinê hatibûn berdan.

“Fatih Mecîdî”, yek ji wan çalakvanên kedkariyê, roja Duşemî 19`ê Banemera 1401`an, li dijî girtina neqanûnî û nebûna mafê destpêragihîştin dermanan,navbirî dest avêtibû bi gireva birçî bûnê.

 “Mecîdî” di dema binçavkirinê de bi dest û lingên kelemçekirî bo îdareya îtla`ata Baneyê hatibû veguhastin û dubare ji nexweşxaneya Selahedîn Eyûbî bo girtîgehê hatibû vegerandin.

Roja Sêşemî 6`ê Cozerdana 1401`an a Rojî de, ev çar çalakvanên kedkarî bêyî belgeya yasayî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibûn binçavkirin û bo lêpirsînê bo navendên ewlehiyê yên Banê û Sinê hatibûn veguhastin.