Di serhildana şoreşgerî ya Dîwandereyê de 2 xwişk birîndar bûn

09:56 - 30 Nîsan 2023

Di serhildana şoreşgerî ya “jin, jiyan, Azadî” de, 4 welatiyên xwenîşander ji ber gulebarana hêzên serkutker jiyana xwe ji dest dan û hejmarek xwenîşander jî birîndar bûn.

Kurdpa behsa birîndarbûna 2 xwişkên Dîwandreyê yên ku di merasîma çileya şehîd “Muhsen Mihemedî û Fuad Qedîmî” yên di serhildana şoreşgerî ya “Jin, Jiyan, Azadî”, jiyana xwe ji dest dane, ji gotinên yek ji xizmên wan vedibêje.

“Kurdpa” ji ber sedemên ewlehiyê di vê raporê de navê van her du xwişkan bilêv nake.

Ev herdu xwenîşander çawa birîndar bûne;

Vê çavkaniya haydar bi Kurdpa re ragihand: Piştî rêûresma çileya a “Fuad Qedîmî û Muhsen Mihemedî”, hêzên serkutker ji bo belav kirina xwenîşanderan ku dirûşmên dijî hikûmetê digotin, dest bi teqekirina xwenîşanderan kirin. Xwenîşanderan li hundirê bajêr camên otombîlên Pasdaran şikandin û hêzên serkutker jî li dû xwenîşanderan ketin û ev du xwîşk ligel xwenîşanderekî din ji aliyê hêzên serkutker ve hatin birîndarkirin.

Vê çavkaniya agehdar got jî: Dê û bavên van her du xwîşkan di destpêkê de hay nebûne ku zarokên wan birîndar bûne, û piştî ku pê hesiyan ku hêzên serkutker têde bûne û bi amadebûna zêde ya xelkê li cihê şer, hêzên serkutker bo girtina van her du xwîşkan ser neketin.

Hejmara guleyên ku li van her du xwişkan ketine

Li gor vê çavkaniya agehdar ji Kurdpa re, piştî ku gulle li van her du xwîşkan ketine, yek ji wan bi tundî lêva wê birîndar dibe û di encamê de beşa jorî lêva wê ketiye û pêwîstiya dermankirinê heye û ya din jî 10 gule ber sing, mile vê yê çepê ketine û bi dijwarî birîndar bûye.

Dermankirina van her du xwîşkan li malê ji tirsa girtina hêzên serkutkar

Vê çavkaniya haydar diyar kir: Yek ji van her du xwîşkan du caran neştergerî hatiye kirin û heta niha çend gule di laşê wê de mane û destê wê goştê zêde bûye.

Vê çavkaniya haydar destnîşan kir: Malbata van her du xwîşkan ji tirsa girtinê red kirin ku zarokên xwe bibin nexweşxaneyê û zarokên wan li malê ji aliyê perestarên xwebexş ve hatin dermankirin.