Du welatiyên Kurd li sînûrê Gadera ser bi bajarê Urmiyê hatin kuştin û birîndarkirin

10:14 - 3 Nîsan 2023

Roja Yekşemî 13`ê Xakelêweyê, welatiyê Kurd yê bi navê “Eynî Qadirnjad” kurê Nadir û xelkê gundê Çiriyava ya ser bi navçeya Mirgewer a bajarê Urmiyê bi sebeba gulereşandina hêzên leşkerî yên hikûmetê li sînûrê Gader, canê xwe ji dest da.

Herwisa di vê bûyerê de, welatiyekî din yê bi navê “Mihemedletîf Xalidî” temen 51 salî û kurê Sofî Taha û xelkê gundê Çiryava ya ser bi navçeya Mirgewer, bi sebeba gulereşandina hêzên leşkerî yên hikûmetê birîndar bûye.

Pêka gotina çavkaniya haydar a “Kurdpa”yê, du welatiyên din yên bi navên “Mihemedsidîq Xalidî” temen 32 salî û kurê Sofî Taha û “Şehram Salihmihemedî” kurê Mihemed û xelkê gundê Çiriyavayê jî ji aliyê hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê ve hatine binçavkirin.

Vê çavkaniya haydar zêde jî kiriye ku: Hêzên leşkerî yên hikûmetê, tevî dest bi ser d girtina kelûpelên qaçax yên wan welatiyan, bi bê haydarkirina berê rasterast gule berdane wan.

Termê “Eynî Qadirnijad” bo Pîzişka Yasayî ya bajarê Nexedê veguhastin e.

Wêne: Eynî Qadirnijad