Binçavkirin û nexuyabûna qedera Keyvan Zendkerîmî li girtîgeha Sinê berdewam e

12:17 - 29 Nîsan 2023

Welatiyê Sinê “Keyvan Zandkerîmî” hêj di girtîgeha vî bajarî de ye.

Li gor çavkaniyeke agehdar, ev welatiyê 29 salî di dema binçavkirin de, ji mafê hebûna parêzerê destnîşankirî bê par bûye

Vê çavkaniyê agehdar got jî: Dadgehê heya niha azadiya “Zendkerîmî” bi danîna barimyeyê nepeijrandiye.

“Keyvan Zendkerîmî” li 7’ê Befranbara 1401’an, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve li cihê karê xwe hat binçavkirin û piştî du mehan lêpirsînê, ji yek ji navendên ewlehiyê yên bajarê Sinê bo girtîgeh vî bajarî hat veguhastin.

Heta niha ti zanyariyên berfereh derbarê tohmetên ku li dijî  vî welatiyê Kurd hatine sepandin ber dest ninin.