Kirmaşan; Ji girtiyan Mehdî Cemşîdî ku li dijî rewşa ne ewle ya dibistanan nerazîbûn nîşan dabû, bi danîna barimteyê hat berdan

10:41 - 29 Nîsan 2023

Roja Pêncşemî 7`ê Banemerê, welatiyê bi navê “Mehdî Cemşîdî” temen 28 salî ku di dema nerazîbûna li hember rewşa nebaş a xwendingehan de li ber avahiya Rêveberiya Perwerdehiyê hatibû girtin, piştî danîna barimteya Du miliyard Tumenî ji girtîgeha Dîzilabad a Kirmaşanê bi awayê demkî hat azadkirin.

Ev welatiyê han di dema binçavkirinê de ji mafê hebûna parêzerê destnîşankirî bê par bûye.

“Cemşîdî” roja Şemî 13’ê Reşemeya 1401’an, di dema xwenîşandana nerazîbûnê li hember rewşa nebaş a xwendingehan li ber deriyê avahiya Perwerde û Hînkariyê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû girtin.