Li Sinê di encama teqîna mînekê de 2 zarok birîndar bûn

10:36 - 29 Nîsan 2023

Roja Pêncşemî 7`ê Banemerê, li gundê “Serab Qamîş” yê Sinê, bi sedema teqîna mînekê, 2 zarokên bi navên “Erşiya Nûrî” temen 9 salî û “Pîşro Semedî” temen 11 salî, birîndar bûn.

Pizîşikê xelkê Bûkanê Dr.Muhsen Sohrabî li ser rûpela xwe ya Twitterê derbarê çawaniya rûdana vê bûyerê de ragihandiye, ku çend zarok li derdora binkeya bajarê Serab Qamîş li navçeyên bajarê Senendcê dilîstin, di encama teqîna mînekê de “Arşiya Nûrî” û Pîşro Semedî birîndar bûn û ji bo dermankirinê rakirin nerxweşnameya Koser a Sinê.

Di vê bûyerê de “Arşiya Nûrî” ji dest û rûyê xwe bi tundî birîndar bûye û rewşa wî giran e û rewşa giştî ya “Semedî” jî baş e û di bin çavdêriya pizîşkan de ye.