Girtîgeha Nexedê; Wafa Resûlî Azer bi danîna barimteyê hat berdan

10:30 - 29 Nîsan 2023

Roja Înê 8’ê Banemerê, welatiyê bi navê “Wefa Resûlî Azer” yê bajarê Pîranşarê piştî danîna barimteyê ji girtîgeha Nexedeyê bi awayeke demkî hat berdan.

Ev xortê Kurd, sibeha roja Çarşemî 28`ê Befranbara 1401`an, di çarçoveya serhildana şoreşgerî ya “Jin, Jiyan û Azadî” de, ji aliyê hêzên ewlehî ve hat binçavkirin û ji bo lêpirsînê bo girtîgeha ewlehiyê ya Urmiyê hat veguhastin.

Li gorî çavkaniyeke agahdar, Resûlî Azer di bin givaşan de  bizorê îtiraf jê wergirtine.

“Wefa Resûlî Azer” piştî du mehan piştî bidawîkirina pêvajoya lêpirsînê bo girtîgeha Nexedeyê hat veguhastin.