Gazîkirina mamosta Fethullah Rostemî bo dadgeha Taybet a Rûhaniyet a Urmiyê

10:29 - 29 Nîsan 2023

Roja Pêncşemî 7’ê Banemerê, mamosta “Fethullah Rostemî”, pêşnimêjê Înê yê gundê “Meraxan” a Serdeştê, bo dadgeha Taybet a Rûhaniyet a Urmiyê hat gazîkirin.

Roja Duşemî 15’ê Reşemeya 1401’an, ev melayê Kurd piştî danîna barimteyê ji girtîgeha Urmiyê, bi awayekî demkî hate azadkirin.

Ev melayê Kurd di heyama binçavkirinê de ji mafê hebûna parêzer bê par bûye û piştî bidawîbûna lêpirsînê bo yek girtîgehên ewlehî yên îtla`ata bajarê Urmiyê hatiye veguhastin.

Roja Sêşemî 25’ê Rêbendana 1401’an, ev melayê Kurd bo alîkariya mexdûrên erdheja Xoyê çûbû vî bajarî û bêyî biryara dadgehê ji aliyê hêzên ewlehî ve li deriyê Urmiyê hate girtin.

 Heta belavbûna vê nûçeyê li derheq tohmetên ku li dijî “Fethullah Rostemî” hatine sepandin ti zanyariyeke serast ber dest nine.