Ferîba Zendkerîmî piştî danîna barimteyê ji navenda çaksaziyê ya Sinê hat berdan

10:05 - 26 Nîsan 2023

Roja Sêşemî 5’ê Banemerê, mamosta û çalakvana mafê jinan “Ferîba Zendkerîmî” bi danîna barimtetya bi qasî 500 milyon Tûmenî heta dawiya dozê bi awayeke demkî ji navenda çaksaziya Sinê hate azadkirin.

Ev çalakvana mafê jinan di heyama binçavkirinê de di odeya takekesî ya Navenda Çaksaziya Sinê de bûye.

Roja Çarşemî 16`ê Xakelêweyê, Zendkerîmî piştî ku bo navenda Stada îtla`ata Sinê hatibû gazîkirin, hate girtin.

Piştî girtina wê çalakvana sendîkayî, hêzên ewlehiyê avêtine ser mala wê û dest danîne ser hinek kelûpelên wê yên şexsî û birine.

Heya niha derbarê sedema binçavkirin û tohmeta Zendkerîmî de ti zanyariyên serast nehatine bidest xistin.