Dubare gazîkirina mamoste Sabir Xwedamuradî bo dadgeha Taybet a Rûhaniyet a Hemedanê

10:04 - 26 Nîsan 2023

Pêşnimêjê Înê yê bajarokê Qewax a bajarê Seqizê mamoste Sabir Xwedamuradî careke din bo dadgeha Taybet a Rûhaniyet a bajarê Hemedanê hat vexwendin.

Li gor gazînameya ku gihîştiye bi vî melay re, divê roja Çarşemî 6ê Banemerê li dadgeha Taybet a Rûhaniyet a Hemedanê amade bibe.

Li gor çavkaniyeke agehdar, ev sêyem car e ku ev melayê Kurd bi sedema piştevaniya ji serhildana seranserî ya “Jin, Jiyan, Azadî”, bo dadgeha Taybet a Rûhaniyet a Hemedanê tê gazîkirin.

Roja Yekşemî 2`ê Rêbendana sala 1401`an jî, mamoste Sabir Xwedamuradî bo dadgeha taybet a Rûhaniyet a bajarê Hemedanê hatibû gazîkirin.