Şino; Welatiyekî Kurd ji bo cîbicîkirina hukmê xwe bo girtîgehê veguhastin

18:35 - 24 Nîsan 2023

Roja Şemî  26’ê Xakelêweyê welatiyê Kurd ê bi navê “Osman Esedî” temen 60 salî kurê Îbrahîm xelkê Şinoyê ji bo derbaskirina cezayê xwe bo girtîgeha vî bajarî hat veguhestin.

Ev welatiyê han di meha Befranbara sala 1401`an de, bi tohmeta “kombûn û tebanî ji bo pêkanîna kiryarên dijî ewlekariya navxweyî ya welat” ji aliyê dadgeha Şoreş a Şinoyê ve, bi 3 sal û 8 meh girtîgehê hat mehkûmkirin.

Dadgehê pêka bendên 499, 500, 610 û 377 ji xalên ceza û cezayên pêşîgirtinê ya yasaya cezayên îslamî ev hukm ji Esedî re daye.

Roja Yekşemî 20’ê Sermaweza sala 1401’an, Osman Esedî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû girtin û piştre bi danîna barimteyê bi awayê demkî hatibû berdan.