Li Baneyê bi zanebûn kolberek ji aliyê wesayiteke leşkerî ya hikûmetê ve hat lêxistin

18:34 - 24 Nîsan 2023

Roja Yekşemî 3ê Banemerê, kolberê bi navê “Mihemedletîf Ehmedpûr” xelkê Baneyê ku bi sedema bianebûn ji aliyê tirimbêlên leşkerî yên hikûmetê ve bi giranî birîndar bibû, piştî çar rojan ji nexweşxanê bi sedema giraniya birînan canê xwe ji dest da.

Li gor agahiyên çavkaniya Kurdpayê, roja Pêncşemî 31ê Xakelêweyê, ev kolber tevî çend kolberên din dema ku ji kolberiyê vedigeriyan ji sînorê “Hengejal” a bajarê Banê, rastî pêketina hêzên leşkerî yên hikûmetê hatin û wan bizanebûn bi ser wî de dan.

Vê çavkaniyê haydar ragihand: Yek ji leşkerên hikûmetê destê xwe ji tirimbêlê derxist û danî ser stûyê Mihemedletîf Ehmedpûr û piştî çend metreyan kaş kirin, ev kolber hevsengiya xwe ji dest da û bi lastîkên paşiya tirombêlê ket.

Vê çavkaniyê agehdar zêde kir: Di vê bûyerê de stû û milên vî kolberî ji çend cihan de şikestibû û bi sedema giraniya birînan, bo nexweşxaneya Şefa Seqiz hatibû veguhestin.

Vê çavkaniyê haydar diyar kir: Kemal Xidrî parêzgarê Banê piştî mirina vî kolberî pêwendî bi malbata wî kolberî re kir û gef li wan xwar ku termê kurê xwe bi dizî û bêyî amadebûna xelkê bi axê bispêrin.

Mihemedletîf Ehmedpûr 36 salî ye, zewicî ye û zarokek wî heye.