Li Bokanê du welatiyên din hatin binçavkirin

11:47 - 22 Nîsan 2023

Di heyama rojên borî de, du welatiyên Kurd ên bi navên “Dr. Selah Ehmedî û Kawe Salihî” yên xelkê bajarê Bokanê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatin binçavkirin û bo cihek nediyar veguhastin.

Pêka gotina çavkaniya haydar a Kurdpayê, hêzên ewlehî bi bê nîşandana belgeya yasayî ev her du welatiyên Kurd binçavkirine.

Herwisa vê çavkaniya haydar zêde jî kiriye ku: “Dr. Selah Ehmedî” li dermanxaneya xwe de ji aliyê hêzên ewlehî ve hatiye binçavkirin.

Heta niha li derheq, sebeba binçavkirin û tohmetên ku li dijî wan her du welatiyên Kurd de hatine sepandin ti zanyariyek serast ber dest nine.

Her di vê pêwendiyê de, du welatiyên din ên Kurd ên bi navên “Siyamek Hiyasî û Alan Daxidar” ên xelkê gundê Hacî Ava ya ser bi bajarê Bokanê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin û bo cihek nexuya veguhastine.

Wêne ji aliyê çepê bo rastê ve: Kawe Salhî û Dr. Selah Ehmedî