Berdewamiya binçavkirin û bêçarenivîsiya xwandekarê Kurd li girtîgeha Sinê de

11:33 - 2 Nîsan 2023

“Serdar Şamuradiyan” xwandekarê fekoltiya Amûrên pîzişkî yê zanîngeha Îlmî û Karburdî ya Sinê, bê çarenivîs li girtîgeha wî bajarî de ye.

Pêka gotina çavkaniya haydar: Ev xwandekarê Kurd di heyama binçavkirinê de ji mafê destpêragihîştin bi parêzer bê par bûye.

“Şamuradiyan” roja Sêşemî 6`ê Befranbara sala 1401`an, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û piştî derbasbûna du mehan li ser lîkolîna wî de di girtîgeha îdareya îtla`ata Sinê de, bo girtîgeha wî bajarî veguhastibûn.

Heta niha li derheq tohmetên ku li dijî “Serdar Şamuradiyan” hatine sepandin ti zanyariyeke serast ber dest ninin.